Pompeo: Em bi paytextan re ji bo parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got welatê wî bi wezîrên karên derve yên Ewropa û bi paytextên cîhanê re dixebite da ku bergiriyan ji bo parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin. Ev daxuyanî di demekê de hat ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê didomin.

Pompeo: Em bi paytextan re ji bo parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin
12 cotmeh, 2019   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo di daxuyaniya ku li ser malpera Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hat belavkirin de got tîmeke wan li meydana Tirkiyê û herêmê heye.

Pompeo wiha da zanîn: "Em bi paytextan re dixebitin. Ez ê îro piştî nîvro bi Ewropa û wezîrên karên derve yên Ewropayê re biaxivim. Em cîhanê tijî dikin da ku her tiştekî ji bo parastina gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Em dizanin ku girîng e û dizanin ku rast e em vê yekê bikin. Amerîka dê vê yekê pêk bîne."

(bx)