MSD‘ê dê tev li civîna Camiya Erebiyê  bibe

Şande bi serokatiya Hevserokê MSD'ê Riyad Derar ji bo nirxandina êrîşên dagirkeriyê çû Qahîreyê.

MSD‘ê dê tev li civîna Camiya Erebiyê  bibe
12 cotmeh, 2019   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD ku ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi welatên Ereb re binirxîne çû Misrê.

 Şandeyeke bi serokatiya Hevserokê MSD'ê Riyad Derar ji bo welatên Ereb li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û li dijî dewleta Tirk a dagirker bikevin nava liv û tevgerê çû Qahîreyê.

şande wê hevdîtina destpêkê bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî re bike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin wergirtin, piştî hevdîtina bi Şukrî re wê şande tevlî civîna Camiya Erebiyê bibe.