Tûnisê banga rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Tûnisê bang li dewleta Tirk kir ku demildest êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û got ku ev êrîş rewşê aloz dike û gefan li ser aramî û ewlehiya herêmê, çêdike.

Tûnisê banga rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
11 cotmeh, 2019   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Tûnisê li ser Facebookê daxuyaniyek da û ragihand ku: “Tûnisê bi baldarî êrîşên Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopîne, dê ji ber van êrîşan rewş aloz bibe û gef li aramî û ewlehiya herêmê were xwarin û êşa gelê Sûriyê kûrtir bibe.”

Wezareta Derve wiha domand: “Tûnisê bang dike ku demildest êrîşên leşkerî rawestin û xwîn nerje, serweriya Sûriyê, yekîtî û serweriya xaka wê jî bihê parastin.”

Her wiha daxwaz ji tevahiya aliyan kir ku xwe bispêrin diyalogê, nakokiyan û şer bi rêyên aştiyane çareser bikin.

(rr)

ANHA