El-Ewam: Divê gefên Tirkiyê cidî werin girtin

Rojnameger Beha El-Ewam got: “Wê rê nayê dayîn ku Erdogan xetên sînor ên Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike. Erdogan dixwaze devereke biçûk dagir bike da ku bêje “min sozên xwe bi cih anîn”.”

El-Ewam: Divê gefên Tirkiyê cidî werin girtin
6 cotmeh, 2019   05:27
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA HEBÎB

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rojane gefên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û qala pêkanîna van gefan dike. Li ser vê mijarê rojnameger Beha El-Ewam ji ajansa me re axivî.

El-Ewam di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku herêma “ewle” ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Erdogan armanceke strajîk e û wiha got: “Nikare bi hesanî dest jê berde. Ji ber ku wekî deriyê xilaskirina xwe ya ji krîza hundirîn û derve, dibîne.”

El-Ewam bal kişand ser helwesta Emerîka ya hemberî gefên Tirkiyê û wiha pê de çû: "Emerîka vê rastiyê baş dizane, lê nikare beşek ji herêmên rojhilatê çemê Firatê bêyî garantî û bi taybetmendiyên ku Tirkiyê dixwaze bide. Ji ber vê yekê xemsariya Emerîka ya derbarê pêkanîna herêma “ewle” de yanî xeta ewlehiyê wekî ku Washington bi nav dike  ne tenê girêdayî şertên giran ên Tirkiyê. Lê ji ber ku Washington û Enqere di gelek dosyaya de bi nakok in, di nav de dosyaya herêma “ewle”, gelek mijar hene bi awayekî yekser û ne yekser bi hev ve girêdayî ne. Dewletên Yekbûyî lihevhatinek berfireh a nakokiyên xwe bi Tirkiyê re, an bi kêmanî nêzîkatiyek adil, wek têkiliya Tirkiye-Rûsyayê dixwaze, lê ta niha ev tişt çênebû."

Rojnameger Beha El-Ewan di berdewama axaftina xwe de got: “Dibe ku Erdogan demek dirêj li bendê bimîne da ku herêma “ewle” bi rêya hêzên Tirkiyê an jî hêzên Sûriyê yên di bin fermana wî de tevdigerin pêk bîne. Nemaze piştî têkçûna hevdîtinên wê yên bi serokê Emerîkaya re li New Yorkê, lê heger xetên sor ên Emerîkayê derbas kir dê ev yek wê neyê qebûlkirin.”

El-Ewan, li ser xetên sor ên ku behs dike got: "Xetên sor ew in ku Tirk derbasî deverên vala yên li ser sînorê Bakurê Sûriyê yên rojhilatê çemê Firatê, anku deverên ku hêzên Emerîka û hêzên kurdî lê tinebin, bidin. Dibe ku Erdogan bi mebesta propogendayên şerekî li Bakurê Sûriyê li van deveran pêş bikeve. Yanî li pêşiya raya giştî ya Tirkiyê derkeve wekî ku sozên xwe bi cih aniye, lê di rastî de tişta ku dixwaze pêk nayine."

Rojnameger Beha El-Ewam di dawiya axaftina xwe de wiha domand: "Metersiyên li ser pêşketinên Tirkiyê yên di wî warî de hene. Divê Kurdên Bakurê Sûriyê vê yekê cidî bigirin. Heger rûbereke biçûk be jî dê cihê fikarên domdar be û bi demên re mezin bibe. Dewletên Yekbûyî jî ji bo rawestandin û rêgirtina li ber pêşketinên Tirkiyê li bajêr û herêmên bakur tevnagere ji bo ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê li hemberî şirîkê xwe yê di NATO`yê de Tirkiyê nesekine."

(bb/bm)

ANHA