Esper: Em ji bo aktîfkirina mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin

Wezîrê parastina yê DYA’yê Mark Esper li gel wezîrê parastinê yê Tirkiyê axivî û got “Em ji bo aktîfkirina mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin.”

Esper: Em ji bo aktîfkirina mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin
6 cotmeh, 2019   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mark Esper civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de qala geşedanên li Rojhilata Navîn kir. Esper îşaret bi gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojilatê Sûriyê û bandora şerê li dijî DAIŞ`ê kir.

Li ser pirsa ‘Gelo heke Tirkiye dest bi operasyonê bike, dê  Wezareta Parastinê hêzên DYA’yê ji Sûriyê vekişîne?’ Esber got: “Em ji bo aktîfkirina mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin.”

Mark Esper wiha pê de çû: “Ez gelekî bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê  Hulusî Akar re axivîm, naveroka axaftina me, ev nuqte bû û min jê re diyar kir. Akar jî mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.”

Esper di dewama axaftina xwe de got: “Wekî hûn dizanin em li başûrê Tirkiyê xwedî navendeke hevbeş in, dewriyeyên me yên asmanî û bejahî hene, divê em ji bo detayan bixebitin.”

(eh)