Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin

Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê ya 1998‘an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek hate li darxistin.

Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 9‘ê Cotmehê civînek hate lidarxistin
1 cotmeh, 2019   16:56
HELEB

Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê der barê komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de civînek li dar xist.

Di civîne ku li hola civînana a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate li darxistin de bi dehan şênî û malbatên şehîdan amade bûn. Cihê civînê bi wêneyên Ocalan û şehîdan hatibû xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Kongreya Star Rûbarîn Helebê qala komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Di 9‘ê Cotmeha 1998‘an de bi tevlêbûna hêzên hegemonîk ên kapitalist û dovikên wê yê netewperest komployek li dijî Rêber Ocalan pêk hat. Ev komplo bi derxistina Ocalan ji Sûriyê dest bi kir û bi girtina wî di 15‘an Sibata 1999‘an de bi encam bû. Komplo piştî derbasbûna 21 salekê hîna bi rêya girankirina tecrîdê berdewam e."

Rûbarîn di berdewama axaftina xwe de got: "Rêbertî tevî mercên tecrîdê hîna banga aştiyê dike û di peyama xwe ya dawî de diyar kir ku ew amade ye di demeke kin de pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybet çareser bike, lê pergalên desthilatdar çareseriyê naxwazin da ku di berdewama alozî, şer û wêranê de qezenciyên mezin bi dest bixin. Ji ber vê yekê naxwazin Ocalan derkeve û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş bike."

Rûbarîn di dawiya axaftina xwe de komploya navdewletî û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bang li gelên Rojhilatê Navîn û gelê Kurd kir ku li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin.

ANHA