Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin

Pêşangeha wêneyan a "Bangewaziya Şarestaniyê" ya ku balê dikşîne ser asta binpêkirinên hêzên dagirker ên li dijî şûnwrên Efrînê vê carê li Kobanê hate vekirin.

Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
Pêşangeha "Bangewaziya Şarestaniyê" vê carê li Kobanê hate vekirin
1 cotmeh, 2019   15:17
KOBANÊ

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ji bo ku balê bikşîne ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî dîrok û şûnwarên kantona Efrînê pêşangeheke wêneyan bi navê " Pangewaziya Şarestaniyê" organîze kir.

Pêşangeh piştî ku li kantona Şehba û Helebê hate vekirin, îro bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate vekirin.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana pêşangehê kirin.

Di pêşangehê de cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û got: "Efrîn xaka hezkirin û aştiyê ye, Efrîn sembola şarestanî û çanda gelên resen e, lê îro der heqê wê de binpêkirinên herî qirêj têne kirin, nasname û demografiya wê ji aliyê dagirkeriya Osmaniya nû ve tên qirkirin û dîrok û şûnwarên wê tên talankirin."

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rêzan Nasan jî îşaret bi girîngiya vekirina vê pêşangehê kir û got: "Wekî tê zanîn xaka Efrînê bi kanzeyên dîrokî û şarestanî tijî ye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşberî çavên cîhanê şarestaniya wê talan dike û dirûxîne û hewl dide dîroka wê reş bike."

Hevseroka Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed jî ji aliyê xwe de ev tişt anî ziman "Dema em dibêjin Efrîn wekhevî, azadî û demokrasî tên bîra me. Efrînê dergûşa şarestaniyê ya resen e ji ber vê yekê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate hedefkirin û niha jî deverên wê yên dîrokî tên talankirin."

Rêveberê Gerînendeya Şûnwaran a bajarê Efrînê Selah Sîno bi kurtasî qala deverên dîrokî yên Efrînê kir û got, deverên dîrokî niha ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi awayekî plankirî tên dizîn û talankirin.

Piştî axaftinan senevîzyonek li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî çand û şûnwarên Efrînê hate pêşandan.

ANHA