Li Somaliyê li dijî hêzên amerîkî û ewropî êrîş

Çavkaniyek emnî got bargeha leşkerî ya Amerîkayê li bajarokê Bildoclî li Somalê û retlek leşkerî ya Îtalyayê li Meqedîşo rastî du êrîşên cuda hatin. Tevgera Ciwanan a girêdayî rêxistina El-Qaîda got ku wan êrîş pêk anîne.

Li Somaliyê li dijî hêzên amerîkî û ewropî êrîş
30 îlon, 2019   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta berevanî ya Îtalyayê di daxuyaniyekê got retlek leşkerî îtalî rastî teqînekê hatiye. Heta niha tu raporên girêdayî birîndaran bi dest nexistine.

Çavkaniyek emnî ji Reutersê got îro bargehek leşkerî ya taybet a Amerîkayê piştî gulebarandina bi çekên biçûk rastî êrîşek bi bombeyekê hat. Hêzên Amerîka hêzên taybet ên Somalê li bargeha Bildoclî perwerde dike.

Polîsa somalî got bargeha hêzên somalî yên taybet û hêzên amerîkî yên taybet û hêzên oxendî yên ji bo parastina aştiyê bi du erebeyên bombebarkirî hatin hedefgirtin.

Tevgera Ciwanan a tund a girêdayî rêxistina El-Qaîde ragihand ku ew berpirsê êrîşê ye.

(şx)