Wezîrê Tirkiyê yê berê: Siyaseta AKP`ê ji destpêkê ve şaş e

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê yê berê Yaşar Yakiş got Tirkiyê giraniya xwe winda kiriye û destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re mezintirîn şaşî ye.

Wezîrê Tirkiyê yê berê: Siyaseta AKP`ê ji destpêkê ve şaş e
30 îlon, 2019   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyê Yaşar Yakiş têkildarî îstîfakirina endamên AKP`ê, ji Erebiye Net re axivî: "Ahmet Davutoglu piştî daxuyaniyên tund, li benda biryara derketina ji AKP`ê nema, yekser îstîfa kir, lê belê Alî Babacan serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û tevî ku Erdogan pêşniyara hevkariyê ji Babacan re kir, lê plana îstîfakirinê parve kir."

Ahmet Davutoglu û Alî Babacan li dijî aloziya rewşa aborî û rewşa nedemokratîk a welêt in û tê payîn ku  di hilbijartinên bê de bi bandor bin.

‘Siyaseta AKP`ê li dijî demokrasiyê ye’

Yakiş têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê got bicihkirina qeyûman li dijî rêgeza demokrasiyê ye, her wiha dema AKP di 2001`an hate damezirandin wan dixwest desthilat ji rêveberiya navendî veguheze desthilata herêmî, lê di rastiyê de tişta ku partî niha dike berovajî kiryarên di salên destpêkê yên desthilatê de ne.

Yaşar Yakiş got li Tirkiyê her ku diçe azadî têk diçe û AKP di pêkanîna sozên xwe de bi bin ket.

Destwerdana li Sûriyê

Yakiş têkildarî destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê re got ji roja yekem de şaş bû. Yakiş diyar kir ku nabe Tirkiye destwerdanê di kar û barên hundirîn ê Sûriyê de bike, diviyabû di aliyê mirovî û aloziya Sûriyê de beşdar bibûna, lê şandina hêzên bejahî ber bi dewletên cîran ve, li dijî makezagonan e, her wiha muhtemel e ku Tirkiye berjewendiyên xwe bi rêya dûrketina ji aloziya Sûriyê qezenc bikira.

Têkildarî lidarxistina hilbijartinên li Tirkiyê Yaşar Yakiş got, tekane berbijêrka li pêşiya Erdogan ew e ku bibêje AKP di hilbijartinên 2023`yan de dê gelek kursiyan winda bike, wê demê dê ber bi lidarxistina hilbijartinan ve biçe.

Yakiş ji ber redkirina siyaseta Rojhilata Navîn a AKP’ê di 2014`an de ji AKP`ê hate derxistin.

(eh)