Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê xebatên pêşxistina perwerdeyê didomîne

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê li Dibistana Un El-Dadat a li bakurê bajêr beşeke din zêde kir da ku qerebalixa di nav refên dibistanên seretayî de kê bike.

Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê xebatên pêşxistina perwerdeyê didomîne
Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê xebatên pêşxistina perwerdeyê didomîne
Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê xebatên pêşxistina perwerdeyê didomîne
Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê xebatên pêşxistina perwerdeyê didomîne
Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê xebatên pêşxistina perwerdeyê didomîne
23 îlon, 2019   13:06
MINBIC

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê havîna çûyî gelek xebatên amadekariya pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2019-2020’an pêk anîn. Komîteyê bi hemû derfetên heyî dibistanên bajêr û gundan sererast û amade kirin.

Gundê Un El-Dadat li nêzî xeta di navbera herêmên rizgarkirî ji Minbic û bajarê Cerablusê ye, îsal dibistanên wê pêşwaziya 750 xwendekaran dike, lê ji ber encama zexta li ser 9 refên berê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê mulheqek ji dibistanê re çêkir. Mulheq ji 4 holan pêk tê û hemû pêdiviyên pêwîst tê de hene.

Berpirsê rêveberiya giştî ya dibistanan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Hesen Ebdellah got: "Sedema sereke şopandina perwerdeyê li gundewaran e, ev gava yekemîn e û dê gelek gavên din dê hebin, armanc jê zêdekirina çalakiyên perwerde û fêrkirinê li bajar û gundan e."

Ebdellah wiha domand: "Hewldanên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şopandina xebatên vê herêmê ku berê perwerde lê rawestiyabû, dê encamên baş li ser şêniyên vê herêmê pêk werin."

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Sûhêl Walî jî got ev gav ne tenê li ser hin herêman e, ew dibistanên bajêr û gundewaran e û wiha got: "Plan li ser dibistanên bajarê Minbicê û gundewarên wê yên ku rastî zextan tên, em jî bi rola xwe radibin ku dibistanan ava dikin û yên heyî sererast dikin."

(jo)

ANHA