Zarokên ku di mihrîcanê de biserketine hatin xelatkirin

Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya herêma Dêrikê li kantona Qamişlo 35 zarokên ku tev li 5`emîn Mihrîcana Zarokan bûne xelat kirin. Mihrîcan li Rimêlanê bi dirûşmeya `Zarok gupikên jiyanê ne` li dar ket.

Zarokên ku di mihrîcanê de biserketine hatin xelatkirin
Zarokên ku di mihrîcanê de biserketine hatin xelatkirin
Zarokên ku di mihrîcanê de biserketine hatin xelatkirin
Zarokên ku di mihrîcanê de biserketine hatin xelatkirin
Zarokên ku di mihrîcanê de biserketine hatin xelatkirin
18 îlon, 2019   16:23
QAMIŞLO

Zarok di şahiyekê de ku li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi tevlibûna bi dehan ji malbatên zarokan, hatin xelatkirin. Di şahiyê de Komên Kulîlên Kurdistanê û Ciwanên Dengbêj berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di şahiyê de çavdêrê koma ku tev li mihrîcanê bûye Hacî Muse tekez kir ku armanca wan teşwîqkirina zarokan û geşpêdana behreyên wan e.

Musa balkişand ser ku xelatên ku hatine belavkirin pêdivî û çanteyên dibistanê ne da ku wan teşwîqî xwendinê bikin.

Şahî bi belavkirina xelatan li ser 35 zarokan bi dawî bû.

(şx)

ANHA