Rêveberiya Xweser:  Ji sedî 1 koçber ji kampan derketine

Rêveberiya Xweser hejmara koçberên ku di nava 3 mehan de ji kampên li herêmên di bin çavdêriya rêveberiyê de derketine, eşkere kir.  Rêveberiyê diyar kir ku heta niha ji sedî yek ji hêjmara koçberan ji kampan derketine.

Rêveberiya Xweser:  Ji sedî 1 koçber ji kampan derketine
Rêveberiya Xweser:  Ji sedî 1 koçber ji kampan derketine
Rêveberiya Xweser:  Ji sedî 1 koçber ji kampan derketine
Rêveberiya Xweser:  Ji sedî 1 koçber ji kampan derketine
Rêveberiya Xweser:  Ji sedî 1 koçber ji kampan derketine
4 îlon, 2019   04:35
EYN ÎSA

Rêveberiya Xweswe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çavdêriya 14 kampên koçberan dike. Derdora 117 hezar û 346 koçber ji  bajarên cuda yên Sûriyê di van kampan de dimînin. Heman demê de penaberê Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî di nava kampan de dimînin.

Kampa Newroz piştî ku penaberên Êzidî yên ji herêma Şengelê ku tê de diman, vegerîn warên xwe hate girtin.

Kampa Holê ji mezintirîn wan kampan tê hesibandin. Derdora 71 hezar û 862 koçber û pernaber dimînin, di nav de 30 hezar û 489 koçberên Sûrî, 30 hezar û 890 pernaberên Iraqî û 10 hezar û 473 biyanî (malbatên çeteyên DAIŞ`ê).

Rêveberiya Xweser li gel desteka şermok a rêxistinên têkildarî karûbarên mirovî pêdiviyên koçberan ên bingehîn ji nan, av, parastin û tenduristî pêşkêş dike. Li gorî texmînên Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan rêjaya alîkariya ku ew rêxistin pêşkêş dikin nagihêje ji sedî 40.

Piştî ku gelek herêmên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, rêveberiyê bi rêya meclisên sivîl herêm ji bo vegera şêniyan amede kirin. Piştî wê jî rêveberiyê `Bernameya vegerê` organize kir. Li gorî wê bernameyê koçberên ku ji warên xwe derketine vedigerin warên xwe.

Hezar û 136 koçber  ji Kampa Holê li ser 5 caran derketin; Dêrazor 397 koçber li ser du beşan beşa yekê  201 koçber û beşa duyem 196 koçber, Minbic 127, Reqa û Tebqa 612 koçber.

Girêdayî mijarê hevserokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed tekez kir ku di rojên bê de dê hejmarek din a koçberan ji kampan derkevin.

Ehmed Rêjeya koçberên ku ji kampan derketine bi kêmtirî ji sedî 1 ji hejmara giştî ya penaberan texmîn kir. Ehmed diyar kir ku ev rêjeya hindik ti bandor li pêşxistina rewşa jiyanî ya di nav kampan de nekiriye. Ji ber ku li gorî hejmara giştî ya koçberan ew rêja gelek kêm e.

Girêdayî amadekariyên Buroya Karûbarên Koçer û Penaberan a Rêveberiya Xweser ji bo zivistanê, Ehmed diyar kir ku ew bi Komseriya Karûberên Pênaberan re koordîne dikin da ku konan û tevahiya pêdiviyan ji isfinc û betanî dabîn bikin. Ehmed destnîşan kir ku stratejiya komseriyê heya dawiya meha dehan diyar nabe.

14 kampên ku Rêveberiya Xweser çavdêriya wan dike ev in; Hol, Mabrûka, Roj, Erîşa, Nasrî, Minbic rojhilat a kevin, Minbic rojhilat a nû, Mehmudlî, Eyn Îsa, Veger, Şehba, Berxwedan, Kampa Serdem û Efrîn.

(şx/bm)

ANHA