Li Kobanê belavok hatin belavkirin

Saziya Yekîtiya Gelan û Piştgiriya wê, li Kobanê belavoka bi druşma ‘Li dijî dagirkeriyê parastina azadiya xwe bike’ belav kir.

Li Kobanê belavok hatin belavkirin
Li Kobanê belavok hatin belavkirin
Li Kobanê belavok hatin belavkirin
Li Kobanê belavok hatin belavkirin
Li Kobanê belavok hatin belavkirin
Li Kobanê belavok hatin belavkirin
28 tebax, 2019   17:46
KOBANÊ

Rêzeçalakiyên ku şênî û saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê yên ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin, berdewam min. Vê êvarê Saziya Yekîtiya Gelan û Piştgirya wê, belavokên şermezarkirina binpêkirin û gefên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, belav kirin.

Belavok li gel hatin belavkirin, heman demê de li ser dîwarên dikan û kolanan hatin daliqandin. Naveroka belavokê wiha ye: "Dewleta dagirker a Tirk di gefên li dijî şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê, hedefgirtina Rojavayê Bakurê Kurdistanê, tunekirin û bidawîkirina destkeftiyên şoreşê ji aliyekî ve û şikandina vîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ye. Em dikarin  bi rihê Berxwedana Kobanê, Serêkaniyê, Girê Spî, Minbic, Reqayê û hwd, dikarin dagirkeriyê bişkînin..."

Endamekî ji saziyê diyar kir ku ew dê hemelya xwe ya belavkirina belavokan li tevahî gund û navçeyên kantona Kobanê fireh bikin. Ji wê jî zêdetir dê  ji bo şêniyan li ser çawaniya xweparastinê li hember tevahî gefan civînan li dar bixin.

(fr)

ANHA