‘Tirkiyê dikeve ku derê bi xwe re wêranî û talanê tîne’

“Pêdiviya me bi herêma ewle di bin çi navî de dibe bila bibe, tune ye, ji herêma me ewletir tune ye." Bi van gotinan şêniyên bajarê Qamişlo "herêma ewle" red kir û tekez kir ku Tirkiye dikeve ku derê, bi xwe re wêranî û talanê tîne.

‘Tirkiyê dikeve ku derê bi xwe re wêranî û talanê tîne’
‘Tirkiyê dikeve ku derê bi xwe re wêranî û talanê tîne’
‘Tirkiyê dikeve ku derê bi xwe re wêranî û talanê tîne’
28 tebax, 2019   07:10
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola Tirkiyê di avakirina "herêma ewle" ya li ser sînorê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de red dike û diyar kir ku Rêveberiya Xweser parastina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kir û bi keda wê herêm tu carî mîna niha geştir nebûye.

Rayedarên Tirk dem bi dem daxuyaniyên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin. Daxuyaniyên dawiyê jî yên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku li wîlayeta Erzincanê di dema serdana fermandariya artêşa sêyemîn a 26’ê Tebaxê de pêk aniye, hatin kirin.

Di vê çarçoveyê de Remedan Silêman (83) ji şêniyê bajarê Qamişlo anî ziman: "Tirkiye her tim dixwaze me tune bike û li ser me xetereyeke mezin e. Derbasbûna wê ya herêmê dê şêniyan neçarî koçberkirinê bike û dê herêm bikeve rewşeke kambax."

Remedan Silêman got: "Rêya yekane ya li hember gefên Tirkiyê ew e ku gel parastina yekitî û hevgirtina xwe bike. Da ku bibe dîwarekî qedexe ji pêkanîna dijminatiya Tirkiyê re."

JHesen Feysel ji şêniyên taxa Enteriyê ya bajar Qamişlo ye û wiha got: "Heke dewleta Tirk derbasî herêmên me yên ewle bû, dê ji nû ve bi xwe re DAIŞ’ê bîne, ji ber ku wê piştgiriya DAIŞ’ê dikir. Dê herêm bikeve nav tariyê û keraset li ser me pêk bê."

Feysel anî ziman ku Tirkiye li her cihê ku destwerdanê dike, wir wêran û talan dike û wiha pê de çû: "Tirkiye binpêkirinên talan, dizîn, revandin û serjêkirinê pêk tîne. Me kiryarên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ku herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirine, dîtin."

Hesen Feysel wiha bi dawî kir: "Pêdiviya me bi herêma ewle di bin çi navî de dibe bila bibe tune ye û ji herêma me ewletir tune ye. Heke Tirkiye destwerdanê li kar û barên hundirîn nekir, ev ewlehî û aramî zêdetir dibe."

(fr)

ANHA