Di navbera Enqere û Washingtonê de nakokî zêde dibe… ne Patriot û ne jî F-35

Enqere hewl dide ji her kesî re diyar bike ku têkiliya wê bi Washingtonê re baş e û nîşan dide ku ew ê Washington helwesta xwe di beşdarbûna bi Tirkiyê re di amadekirina balafirên Amerîka yên pêşketî F-35 an jî perwerdeya wan bibe yan jî beşdarî çêkirina parçeyên wê bibe.

Di navbera Enqere û Washingtonê de nakokî zêde dibe… ne Patriot û ne jî F-35
27 tebax, 2019   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê mijarê de şêwirmenda Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) Ellen Lord got ew baş dizane Tirkiye welatekî hevkarê stratejîk ê welatê wê ye, Washington jî her tim di dan û standinan de bi Enqere yê re.

Lord destnîşan kir ku balafirên F-35 taybet a Tirkiyê hîna li baregeha Lock a asmanî ya li DYA`yê ye.

Her wiha Lord diyar kir ku DYA ji bo nexşerêya der barê çarenûsa van balafiran de dewam dike.

Têkildarî dema fermî ji bo dûrxistina Tirkiyê ji bernameya F-35’an, şêwirmenda wezaretê wiha got: "Ez texmîn dikim ku ew ê salek jê re pêwîst be, em di dewamkirina hilberînê û guhertina muzakereya lihevkirinê de dewam dikin."

Her wiha der barê dûrxistina Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 dê bandorê li kirînên parastinê yên Tirkiyê ji DYA`ê bike jî Lord teqez kir ku welatê wê bi awayekî cuda li mijara F-35’an ji çalakiyên xwe yên din ên bi Tirkiyê re dinêre.

Lord diyar kir ku dûrxistina Tirkiyê ji bernameyê bi kirîna sîstema parastinê ya Rûsyayê S-400 ve girêdayî ye.

Rêveberiya Amerîkayê gef li Tirkiyê xwaribûn ku eger sîstema S-400 ji Rûsyayê bikire, ew ê ji bernameya balafirên F-35 bê dûrxistin.