Li Daqoqê êrîşa çeteyên DAIŞ`ê, kuştî û birîndar hene

Çeteyên DAIŞ li navçeya Daqoq a ser bi Kerkûkê ve êrîşî noqteyek polîsên Iraqê kir. Di encama êrîşê de 2 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Daqoqê êrîşa çeteyên DAIŞ`ê, kuştî û birîndar hene
12 tebax, 2019   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev çeteyên DAIŞ êrîşî noqteyek polîsên Iraqê ya li gundê Elî Seraî Kakeyî a ser bi navçeya Daqoqa girêdayî Kerkûkê kirin. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de 2 polîsên bi navê Casim Mihemed Cuma (27) û Elî Ekber Elî Xaliq (26) yên xelkê Telehferê hatine kuştin.

Her wiha polîsên bi navê Tofîq Hemîm Nasir ê xelkê parêzgeha Necef û yasir Mihemed Îbrahîm yê xelkê parêzgeha Babil jî birîndar bûne.