Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji malbata şehîdê HRE‘yê Hesen Îso (Heqî Qerar) re sersaxiyê xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî re hate xwestin
10 tebax, 2019   16:32
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Hesen Îso (Heqî Qerar) yê 9‘ê Tebaxê di Berxwedana Serdemê de li gundê Merenz ê navçeya Şerayê ya kantona Efrînê şehîd bûbû sersaxî xwestin .

Konê sersaxiyê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate vedan. Di bin kon de merasîmeke hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Aqîbe, bi navê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo û bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Selwa El-Hemed axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd Heqî re xwestin û gotin, şehîd Heqî bi têkoşîna xwe ya l dijî dagikeran bû sembola berxwedan û têkoşînê.

Her wiha hate gotin ku bi ked û berxwedana şehîdên dê herêmên dagairkirî ji sûcdar Erdogan werin rizgarkirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Demhat Mihemed ve hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA