Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek bîrandar kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê kantona Kobanê û Bakurê Kurdistanê zarokek di serî wî de birîndar kirin. Tê gotin ku rewşa zarok di xeteriyê de ye.

Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek bîrandar kirin
Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek bîrandar kirin
Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek bîrandar kirin
Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek bîrandar kirin
30 tîrmeh, 2019   16:00
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji Kobanê ragihandin ku sekvanên artêşa Tirk a dagairker ên li ser sînorê îro piştî nîvro gule avêtin zarokê bi navê Mahir Hesen ê 17 salî  ê ji gundê Seftek ê rojavayê Kobanê. Mahîr dema ku diçû alîkariya malbatê xwe bike da ku xaniyê gundê li nêzî sînor biseyîne ji aliyê sekvanên artêşa Tirk a dagirker ve hate gulebarankirin û di serî xwe de birîndar bûn.

Welatiyan zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê, ji ber ku rewşa wî giranbû ji bo nexweşxaneyên Minbicê hate veguhestin.

Artêşa Tirk a dagirker îro jî gule bêserûber li şêniyên gundên Alîşar ê rojhilatê bajarê Kobanê reşandin, di gulebaranê de tiştek bi kesî nehat.

ANHA