Projeyên Şaredariya Dêrikê ji ber derfetên kêm dereng dimînin

Şaredariya Gel a Dêrikê di nav projeyên xwe yên ji bo sala 2019`an de kar û barên xizmetguzariyê danîn pêşiya xwe.

Projeyên Şaredariya Dêrikê ji ber derfetên kêm dereng dimînin
Projeyên Şaredariya Dêrikê ji ber derfetên kêm dereng dimînin
Projeyên Şaredariya Dêrikê ji ber derfetên kêm dereng dimînin
Projeyên Şaredariya Dêrikê ji ber derfetên kêm dereng dimînin
Projeyên Şaredariya Dêrikê ji ber derfetên kêm dereng dimînin
30 tîrmeh, 2019   09:24
QAMIŞLO – ÎSAM EBDELLAH

Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya şîrketa Cûdî dest bi zîftkirina gelek kolanên bajarê Dêrikê û gundên wê kir. Her wiha pirên ku ji ber lehiyê di zivistanê de xirab bûbûn, sererast dike.

Projeyên Şaredariya Gel a Dêrikê ji ber kêmbûna madeyan û alavan dereng man.

Serokê Komîteya Fenî ya Şaredariya Gel Hesen Mihemed got: “5 projeyên sereke di nav planan de hebûn. Ji wan zîftkirina kolanên bajêr, taxa Rojava, taxa El-Tecnîd û taxa Sûkê hatin kirin. Lê taxên din ji sedî 40 pêk hatin. Sedema wê jî kêmbûna alava ku ziftê dirêj dike ye, ku niha li bajarokê Çilaxa û Girkê Legê dixebite.”

Mihemed wiha domand: "Şaredarî di projeya ziftkirina taxên mayî de dixebite. Kar di qelaştina rê û raxistina keviran li ser rêyên taxa El-Sîna, Tecnîd û Sûr didome."

‘Tevî derfetên kêm şaredarî di pêkanîna projeyên xwe de bi israr e’

Mihemed wiha got: "Sedema sereke di derengmayîna projeyan de, kêmbûna alavan û kêmbûna derfetên şîrketa Cûdî ye ku madeyên pêwîst pêşkêşî her çar navçeyên herêma Dêrikê Til Koçer, Çilaxa, Girkê Legê û navçeya Dêrikê dike."

Hesen destnîşan kir ku Şaredariya Gel di pêkanîna planên xwe yên pêşerojê de ku di sala 2019`an de danîbû, dixebite. Hesen wiha axivî: “Li gel vê jî ev xebat ruxmî kêmbûna alav û madeyan mîna kevirên hûr û madeya ziftkirinê, tên kirin.”

(jo/bm)

ANHA