Şaredariya Minbicê du rêyên nû vekirin

Şaredariya Gel a Minbicê ji bo kêmkirina qarbalexa di nava bajêr de du rê vekirin.

Şaredariya Minbicê du rêyên nû vekirin
Şaredariya Minbicê du rêyên nû vekirin
Şaredariya Minbicê du rêyên nû vekirin
Şaredariya Minbicê du rêyên nû vekirin
29 tîrmeh, 2019   16:10
MINBIC

Şaredariya Gel a Minbic û gundewarên wê projeyên ziftkirina rêyan ku di meha borî de dabû destpêkirin didomîne. Şaredarî jî di vekirina du rêyên nû, rêya herêma Ceyş Şabî û rêya Garca Bolman a li taxa Hezwna  dixebite.

Rêyên ku werin vekirin yek a kolana Ebas û Otostrada sereke ya bajarê Minbicê bi hev girê dide û rêya din jî taybet ji bo garanca Bolmanan a nû ye ku Şaredarî hewl dide di meha bê de veke.

Tê zanîn ku rêya kolana Ebas û Ostostrada sereke di zivistanî de ji ber kombûna avê û heriyê nayê bi kar anîn. Ji ber vê yekê li deriyê ketina başûr a bajarê , çerxerêya şehîdan qarebalex çêdibe.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên wê Qasim Ebûd diyar kir ku gelek proje ji bo vekirina rêyên nû li bajarê hene û destnîşan kir ku lêçûna rêya herêma Ceyş Şabî gihişt 13 milyon lîreyên Sûrî, Şaredariyê ji sedî 50 projeyên ziftkirina rêyan pêk anî û dê rêya nû zift bike.

Ji şêniyên taxa Hezwaniyê ya bajarê Minbicê Mihemed El-Ehmed El-Harûn rêya nû dê bi awayekî mezin xizmeta şêniyan bike û destnîşan kir ku xaniyên bêserûber ên li ser rê hatine avakirin dê beşên jê werin rakirin da ku erebe karibin derbas bikin. Mihemed El-Ehmed her wiha bi bîr xist erebe di çerxereya şehîdan a têketina başûrî bajêr de diçûn da ku derbasî bajêr bikin.

ANHA