El-Dexîm: Tirkiye hewl dide tevliheviyê li herêmê belav bike

Siyasetmedar û wejevanê navçeya Şedadê Mihêdî El-Dexîm got: “Tirkiyê ji bo li herêmê desteka hewldanên DAIŞ`ê bike, hewl dide tevliheviyê li herêmê belav bike. Em li ser rêgeza biratiya gelan hevgirtinê dijîn. Em ti hebûneke Tirkiyê li herêmê napejirînin.”

El-Dexîm: Tirkiye hewl dide tevliheviyê li herêmê belav bike
29 tîrmeh, 2019   05:46
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk li gel bêdengiya navdewletî, bi gelek hincetên eşkere û derew hewl dide bi rêya ajandeyên xwe yên hundirîn û derve herêmê dagir bike. Ji bo wê artêşa xwe li ser sînorên Bakurê Sûriyê zêde dike.

Girêdayî gefên Tirkiyê, ajansa me hevdîtinek bi siyasetmedar û wejevanê navçeya Şedadê Mihêdî El-Dexîm re çêkir. El-Dexîm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye ji bo hejandina ewlehiya herêmê bi taybet piştî têkbirina DAIŞ`ê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorên Bakurê Sûriyê kom dike.

El-Dexîm  got: “Tirkiye bi serkêşiya AKP`ê hewl dide şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî vejîne. Piştî paqijkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora tarî, Erdogan hewl dide tevliheviyê li herêmê derxîne da ku desteka hewldanên DAIŞ`ê di derbasbûna herêmê de bike."

El-Dexîm destnîşan kir ku ev cure gefên Tirkiyê li ser gel ne nû ne û wiha pê de çû: “Dîroka Osmanî şahid e û hîna di hişê gelê Sûriyê û welatê erebî de zindî ye. Herêmên me heya 400 sal dagir kirin. Siyasetên wan şaş bûn û ti têkîliya wan bi mirovahiyê re tune ye. Wê demê çanda birçîbûn, nezanî, xazûq û sêdare meşandin."

El-Dexîm got: "Desthilatdariya Osmanî netew û olên din qebûl nedikir. Qirkirin û siyasetên koletiyê li ser gelên din dan meşandin. Niha hewl dide dîrokê bi rêya hikuma Erdogan û siyasetên wî dubare bike. Ev siyaset şaş in û ji hêla pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi hev re di bin ala neteweya demokratîk de dijîn ve, nayên pejirandin.”

El-Dexîm balkişand ser aloziya aborî ya Tirkiyê û wiha axivî: “Tirkiyê sûd ji avakirina komên terorîst (Mertala Firatê) û DAIŞ`ê girt. Wan koman ji bo pêşxistina aboriya Tirkiyê pere û petrol anîn. Îro Tirkiye berdêla siyasetên xwe yên şaş dide. Gelek pirsgirêkên hundirîn li Tirkiyê hene û hewl dide pirsgirêkên xwe bi rêya komkirina hêzên xwe li ser sînor bi hinceta ku sînor tenê girêdayî pêkhateya Kurd e,  derbasî Sûriyê bike."

Di dawiyê de siyasetmedar û wêjevan Mihêdî El-Dexîm got: "Em tevahiya pêkhateyên herêmê  li ser rêrgeza biratiya gelan hevgirtî ne û ti carî wan siyasetên Tirkiyê napejirînin. Em her hebûneke Tirk an jî kombûnek leşkerî ku ewlehiya me tehdît dike, napejirînin.”

(şx/bm)

ANHA