Hucreyek DAIŞ‘ê ku plana êrîşan di Cejna Qurbanê de dikir hatin girtin

Yekîneyên Antî-Teror ên QSD‘ê hucreyek DAIŞ‘ê ku planên êrîşan di Cejna Qurbanê de dikirin girtin.

Hucreyek DAIŞ‘ê ku plana êrîşan di Cejna Qurbanê de dikir hatin girtin
28 tîrmeh, 2019   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî lêgerîn û şopandinê roja Sêşemê 16‘ê Tîrmeha 2019‘an bi desteka Hêzên Koalîsyona Navdewletî re operasyoneke pêk anîn. Di operasyonê de hucreyek terorîst li gundewarên rojhilatê Reqayê hate kirin. Hucre ji 3 terorîstan pêk dihat ku plana êrîşên di Cejna Qurbanê de dikirin.

Li gel terorîstan alavên peywendiyê û madeyên teqemeniyê hebûn. Her wiha di mala terorîstekî de erebeyeke bombebarkirî hate desteserkirin.

Tîmenên endizyariyê erebeya bombebarkirî bê bandor kir. "