Mîhrîcana govendê li Rimêlanê bidawî bû

Di çaremîn mîhrîcana govendê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 13 komên hunerî yên govendên foklorîk ên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê govend pêşkêş kirin.

Mîhrîcana govendê li Rimêlanê bidawî bû
Mîhrîcana govendê li Rimêlanê bidawî bû
Mîhrîcana govendê li Rimêlanê bidawî bû
Mîhrîcana govendê li Rimêlanê bidawî bû
28 tîrmeh, 2019   13:36
QAMIŞLO

Duh bi dirûşmeya "Bi vegera li ser kokê re em govendê zindî bikin" Çaremîn Mîhrîcana Govendê bi beşdarbûna 13 komên govendê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekê dest pê kir.

Çalakiya roja duyemîn a mîhrîcanê vê sibehê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi amadebûna bi dehan endamên komên hunerî û şêniyên navçeya Girkê Legê dest pê kir.

13 komêndên girêdayî çandê yên herêmên Bakur û Rojhilatê bi cil û bergên xwe yên foklorîk govendên xwe pêşkêş kirin.

Çalakiyên mîhrîcana li navenda Aram Tîgran bidawî bû û dê sibe li bajarê Qamişlo were destpêkirin.

(eh)

ANHA