Di topbaran li ser Helebê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan

Komên çeteyan ên girêdayî dagirkeriya Tirk carek din bajarê Helebê topbaran kirin. Di encamê de hejmarek top li taxa Hemdaniyê ketin û li gorî agahiyên destpêkê du zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Di topbaran li ser Helebê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan
24 tîrmeh, 2019   19:38
HELEB

Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk ji çend rojan ve bajarê Helebê topbaran dikin. Di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn. Çeteyan vê êvarê carek din taxa Hamdaniyê ya bajarê Helebê kirin hedef. Li gorî agahiyên destpêkê du zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA