Li Girê Spî ji bo bi rêxistinkirina ciwanan civînek hate lidarxistin 

Di bin konê çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî de Koordînasyona Giştî Tevgrea Ciwanên Şoreşa a Sûriyê bi ciwanên kantonê re civiyan. Di civînê de li hemberî gef û êrîşên dagirkeriyê banga zêdekirina rêxistinbûyînê li ciwanan hate kirin.

Li Girê Spî ji bo bi rêxistinkirina ciwanan civînek hate lidarxistin 
Li Girê Spî ji bo bi rêxistinkirina ciwanan civînek hate lidarxistin 
23 tîrmeh, 2019   16:44
GIRÊ SPÎ

Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Minbetih ê kantona Girê Spî li dijî gefxwarinên dewleta Tirk  a dagirkere ên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Koordînasyona Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê civînek ji ciwanên kantonê re li dar xist.

Endamê Koordînasyona Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî û bi dehan ciwanên Girê Spî tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre Harûn Apoyî axivî û bang ciwanên kantonê kir ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê bisekinin.

Harûn Apoyî wiha domand: "Wek ciwanên Girê Spî divê em tedbîrên xwe ji bo parastina bajêr û gelê xwe bigirin. Em li benda ti dewletan nemînin da ku me biparêzin. Erka parastina welat û gel di radeya yekemîn de dikeve ser milê ciwanan."

Apoyî pêvajoya heyî ku herêm tê re derbas dibe bi pêvajoya ku şoreşa Yûsif El-Ezma, Şêx Salih El-Elî û Ibrahîm El-Henano şiband û got: "Ew pêvajo; pêvajoya sekinandina li hember dagirkeriyê û her kesê ku hewl dida Sûriyê dagir bike û gelê wê bike kole bû. Lewra divê em asta têkoşîn û berxwedanê li hember tevahiya aliyên ku hewl didin herêmên me dagir bikin mezin bikin."

Piştî bidawîbûna civînê ciwanan bi erebeyan di nav kolanên taxên sereke yên Girê Spî de geriyan û dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê berz kirin.

(şx)
ANHA