Gerîla li Çelê li artêşa Tirk da

Duh bi şev gerîlayên HPG û YJA-Starê li Çelê li artêşa Tirk da û hate zanîn ku gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Gerîla li Çelê li artêşa Tirk da
23 tîrmeh, 2019   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Starê duh bi şev li herêma Kanî Horê ya di navbera navçeya Çelê ya Culemêrgê û navenda bajêr de, li hêzên artêşa Tirk a dagirker xist ku di nava liv û tevgerê de bûn.

Hate zanîn ku di encama çalakiya gerîlayên HPG û YJA-Starê de gelek leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.