Daîreya Avê ya Dêrikê dest bi projeya berfirhekirina torên ava kir

Daîreya Ava ya Dêrikê dest bi projeya berfirehkirina torên avê bi dirêjahiya 275 m da ku pirsgirêka ava vexwarinê li taxa şehîd Xebat û taxên dîtir ên bajêr çareser bike, kir.

Daîreya Avê ya Dêrikê dest bi projeya berfirhekirina torên ava kir
Daîreya Avê ya Dêrikê dest bi projeya berfirhekirina torên ava kir
Daîreya Avê ya Dêrikê dest bi projeya berfirhekirina torên ava kir
Daîreya Avê ya Dêrikê dest bi projeya berfirhekirina torên ava kir
21 tîrmeh, 2019   12:31
QAMIŞLO

Piranî torên ava vexwarinê li taxa Şehîd Xebat a başurê bajarê Dêrikê rastî şikandin û xirabkirinê bi encama bê ser û ber a lêkirina avahiyan hat. Ji lew re ava vexwarinê li ser gelek malên taxê qut bû.

Daîreya Avê ya Dêrikê dest werda û dest bi projeya berfirehkirina torên avê li taxê ya dabînkirina ji 100 malî re kir.

Gerînendeyê Daîreya Avê ya Dêrikê Mihemedemîn Hacî got ku armanc ji vê projeyê ew e ku torên avê yên bê ser û ber ku bûye sedema mehrûmkirina taxê ji avê, bê rakirin û dîtina çareyekê ji êşa şêniyên taxa Şehîd Xebat re.

Hacî lê zêde kir ku lêçûna projeya avê li taxa Şehîd Xebat nêzî  2 milyon û 500 hezar e û dê avê bide 100 malî.

Hacî îşaret pê kir: "Projeya berfirehkirina torên avê li taxên navçeya Dêrik, bi taybet li hin taxên ku êşa kêmbûna avê dikişînin weke taxa Sor û taxa Şehîd Xebat a Jorîn, berdewam e."

Li rexê jî tekez kir ku av bi awayekî daîm li bajêr heye. Ew jî ji bilî hin caran li taxa El-Meşfe(nexweşxaneyê) ya ku avê ji bendava El-Sefan werdigire, qut dibe.

Hacî li dawiyê bang li şêniyên kir avê zêde xerc nekirin û henefiyên avê vekirî nehêlin. Biryarên Daîreya Avê ya Dêrikê pêk bînin.

(fr)

ANHA