Li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo aktîvkirina tûrîzmê gavên piratikî

Desteya Çandê hewl dide cihên tûrîzimê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîf bikin. Desteyê gavên piratîkî di vê çarçoveyê de pêk avêt û li benda derxistina qanûna ku forma qanûnî ji bo karê aliyê seyahê rêxistin dike, ye.

Li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo aktîvkirina tûrîzmê gavên piratikî
Li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo aktîvkirina tûrîzmê gavên piratikî
Li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo aktîvkirina tûrîzmê gavên piratikî
18 tîrmeh, 2019   09:12
EYN ÎSA

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî cihên tûrîzimî û şûnwarî hene. Her wiha xwezaya wê ya xweşik û cur be cur bala mirov dikişîne.

Lê ev 8 sale ji ber aloziya li Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet, kesên ji derve tên serdana cihên şûnwar û tûrîzim nekirine.

Bi destpêka avakirina desteyên Rêveberiya Xweser di destpêka meha Cotmeha sala çûyî, gerînendeya tûrîzimê di Desteya Çandê de hate diyarkirin. Erka wê aktîf û teşwîqkirina tûrîzm li herêmên Rêveberiya Xweser e.

Gerînendeya tûrîzimê plana karê 5 salan danî. Ew jî ji belgekirina cihên seyahî bike, buroyên tûrîzimê li hundir vebike û paşê ji bo teşwîqkirina tûrîzimê buroyan li derve vebike.

Her wiha gerînendeyê amadekariya xwe ji bo destpêkirina hemleya "Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrûbeya ku ji bîr nabe" bidawî kir. Da ku rola xwe ya pêşeng li herêmê bigre û dest bi kar ser wê bike.

Derbarê mijarê de, cîgirê Heserokê Desteya Çandê û berpirsê ser gerînendeya tûrîzmê Salih El-Necim wiha got: "Em li benda erêkirina rêziknameya hundirîn ku forma qanûnî rêxistin dike, ne.” Salih diyar kir ku wan dest bi gavên piratîkî ji bo jinûva tûrîzmê mîna berê bikin, kirine.

(jo/bm)

ANHA