Leşkerên Tirk bi awayekî hovane bavê 4 zarokan qetil kir

Leşkerên artêşa Tirk îro şêniyek ji bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê bi awayekî hovane kuştin. 

Leşkerên Tirk bi awayekî hovane bavê 4 zarokan qetil kir
16 tîrmeh, 2019   13:47
HESEKÊ-BESÊL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe der heqê sivîlan de didomîne.

Nûçegihanê me li ser zimanê xizmekî malbata Hîmo bi navê S.F ê ji bajarê Serêkaniyê ragihand ku cendermeyên artêşa Tirk şêniyê bi navê Semîr Fadil (34) ji şêniyên bajarê Serêkaniyê kuştine.

S.F diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk îro şêniyê bi navê Semîr bi hovîtiyeke mezin kuştin. Cendirmyên  erebeyek leşkerî li Semîr qeliband.

Nûçegihanê me li ser zimanê endamekî malbata wî destnîşan kir ku Semîr li gundê Deîme yê girêdayî herêma Qizil Tepe yê Bakurê Kurdistanê wek cotkarek dixebitî û bavê 4 zarokan e.

(şx)
ANHA