Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16 tîrmeh, 2019   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faik Ozgûr Erol, Mazlûm Dînç û Cengiz Yurekli bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan, piştî 8 salan, 2'ê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’ê Hezîranê de û herî dawî jî di 18’ê Hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, hemû serlêdanên ku parêzeran heta niha kirinetu bersiv ji wan re nehatiye dayîn.