Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin

Komîteya Çand û Huner a Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakiyek çandî, hunerî û werzîşê li dar xist.

Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
Li Minbicê ji bo malbatên şehîdan çalakeyek hate lidarxistin
7 tîrmeh, 2019   14:28
MINBIC

Çalakî li dibistana pîşeyî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê Zeyneb Hemo axivî û bê xêr hatine malbatan kir.

Zeyneb wiha got:  "Çiqas em bixebitin em nikarin tam mafên şehîdan bidin. Şehîdan  ji bo rizgarkirina ax ji terora DAIŞ`ê canê xwe feda kirin."

Di nav axaftina xwe de Zeyneb destnîşan kir ku şehadet nirxa mirovahiyê ya herî bilind e.

Piştre hunermend Ridwan El-Îsa stranên ji folklore Helebê gotin. Koma çand û hunerê ya şanoyê, şanoyek bi navnîşan "Dayîka Sûriyê" ku balê dikşîne ser rewşa Sûriyê di şer de û rola şehîdan pêşkêş kir.

Zarokên kluba Ebû Eyûb a werzîşa teykwendo berhemên xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi strana hunermend Ridwan El-Îsa bi navê "ûriyê ya hemûyan e" bi dawî bû.

(şx)
ANHA