Ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînor bi sedan hektar nayên çandin

Ji ber binpêkirinên leşkerên Tirk ên li ser sînor ku sivîlan dikin hedef, cotkarên kantona Girê Spî nikarin zeviyên xwe biçînin. Ji sala 2016‘an heta niha zêdetirî 26 cotkar li ser sînor bûn hedefa guleyên leşkerên Tirk.

Ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînor bi sedan hektar nayên çandin
Ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînor bi sedan hektar nayên çandin
Ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînor bi sedan hektar nayên çandin
Ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînor bi sedan hektar nayên çandin
7 tîrmeh, 2019   05:56
GIRÊ SPÎ – GULISTAN MIHEMED

Zirarên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ser sînorê Sûriyê der heqê sivîlan de pêk tên pir in, di encama van êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nav de jî cotkarên ku di zeviyên xwe yên çandiniyê de dixebitin têne hedefkirin, ji ber van kiryaran zirarên mezin di aliyê aborî de li cotkaran bûne.

Hin cotkarên kantona Girê Spî ku zeviyên wan li ser sînorê Tirkiyê ne, ev 8 sal e nikarin zeviyên xwe biçînin, ji ber ku artêşa Tirk kesên nêzî sînor dibe, dike hedefa guleyên xwe.

12 welatî hatin qetilkirin

Li gorî hejmara ku Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî pêşkêş kir, di navbera salên 2016 û 2019`an de, ji ber gulebarana leşkerên Tirk ên li ser sînor li dijî sivîlan 12 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.

Ji zeviyên di navbera Çemê Celab û taxa Girê Spî ya rojhilat de 3 hezar donim ji ber zêdegaviyên leşkerên Tirk ên li ser sînor nehatine çandin. Vê yekê bandoreke neyinî li cotkaran kir ku jêdera wan a jiyanî çandinî ye.

Lê gelek cotkaran jiyana xwe xist metirsiyê û zeviyên xwe yên nêzî sînor genim lê çandin, lê nikaribûn biçinin, ji ber xwediyên patozan ji tirsa artêşa Tirk, qebûl nekir nêzî sînor bibin. Ji ber vê binpêkirinê gelek cotkaran dev ji zeviyên xwe berda û bi hêvî ne ku di pêşerojê de careke din zeviyên xwe biçînin.

Cotkar Ehmed El-Mistefa yê bi dehan hektar erdên wî yên ji bo çandinê li rojhilatê bajarê Girê Spî heye, dibêje ev 8 sal e zeviyên xwe neçandine û ew rêya tekane ya peydakirina pêdiviyên jiyanê ye.

El-Mistefa wiha got: "Beriya 2 salan, biraziyê min zeviyên xwe yên nêzî sînor çandin, lê leşkerên Tirkiyê ew kir hedefa xwe û jiyana xwe ji dest da, ji wê rojê ve, me tiştek neçand û zevî wek xwe ma."

Leşkerên Tirk zeviyan dişewitînin

Her wiha destnîşan kir ku artêşa Tirk beriya çend mehan gule berdan zeviyên wî û zeviyên wan ên genim şewitandin, ji ber vê yekê berhema wan bi erdê re çû.

El-Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên der heqê wan de deynin.

Emşe El-Ecîl yek ji jinên cotkar ên Girê Spî ye, axaftina Ehmed El-Mistefa tekez kir û diyar kir ku ew çend sal e ji ber binpêkirinên Tirkiyê azaran dikişînin.

Emşe wiha got: "Çavkaniya qûta jiyanê çandinî ye, lê hemû zeviyên me li ser sînor in û ji ber binpêkirinên Tirkiyê em nikarin biçînin."

Emşe El-Ecîl destnîşan kir ku di nav zeviyan de wan zarokên xwe winda kirin û wiha got: "Kes nikare me ji xaka me bide koçkirin, Tirkiyê genim, traktor, stasyonên avê û jeneratorên kehrebeyê şewitandin da ku em zeviyên xwe neçînin."

Emşe ji civaka navneteweyî xwest sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.

(jo)

ANHA