HRE: Li Mare yê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efînê (HRE) diyar kirin ku şervanên wan di 4’ê Tîrmehê de li bajarê Marê çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker lidar xistine. Di encam de 2 çete hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

HRE: Li Mare yê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin
6 tîrmeh, 2019   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efînê (HRE) diyar kirin ku şervanên wan di 4’ê Tîrmehê de li bajarê Marê çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker lidar xistine. Di encam de 2 çete hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye;

“Di 4’ê Tîrmehê de hêzên me li bajarê Marê çalakiyeke bi bandor li hember seyareyeke leşkerî ku hejmarek ji çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk têde bûn lidar xistin. Di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn ku di nav wan de rewşên giran jî henin. Her wiha seyare bi temamî hat ruxandin.”