Balafirên dagirkeriya Tirkiyê êrîşên dijwar birin ser çiyayê Qendîlê

Balafirên dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên tund birin ser çiyayê Qendîlê.

Balafirên dagirkeriya Tirkiyê êrîşên dijwar birin ser çiyayê Qendîlê
5 tîrmeh, 2019   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku  ji Başûrê Kurdistanê hatine, di van kêliyan de artêşa Tirkiyê li ser çiyayê Qendîlê yê herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijwar pêk tîne.

Tê zanîn ku artêşa  Tirk a dagirker ji beriya du mehan ve li ser herêmên Parastinê yên Medyayê û gundewarên herêma Kurdistanê êrîşên dijwar pêk tîne û heta niha gelek komkujî derheqê şêniyan de pêk anîye. Komkujiya dawîn jî ya gundê Kortek bû.

(eh)

ANHA