KNK’ê bi 28 partiyên siyasî re civiya

Însiyatîfa KNK-şaxê Rojava bi 28 partiyên siyasî li bajarê Qamişlo ji bo yekitiya gelê Kurd û berdewamkirina xebata yekitiyê civîn lidar xist.

KNK’ê bi 28 partiyên siyasî re civiya
4 tîrmeh, 2019   09:36
QAMIŞLO

Îro di 20’emîn salvegera damezrandina KNK’ê de însiyatîfa KNK-şaxê Rojava li Hola Zana ya bajarê Qamişlo civînek ji 28 partiyên siyasî yên ku banga însiyatîfa KNK-şaxê Rojava bersivandine lidar xist.  

Destpêka civînê de reşnivîsek siyasî ji aliyê endamên KNK`ê vê hate belavkirin. Tê payîn ku têkildarî reşnivîsa siyasî de nêrîn û pêşniyar di nava civînê de bên girtin û der barê xebatên yekitiya gelê Kurd nîqaş bênekirin.

Reşnivîsa civînê wê di konferansa KNK`ê ku di demên pêş de bêlidarxistin were erêkirin.

Civîn ji dezgehên ragahandinê re girti pêk tê.

Tê payîn ku di dawiya civînê de ji dezgehên çapemeniyê re daxuyaniyek bê dayîn.

(mk)

ANHA