Projeya ziftkirina rêya li rex pira Cûdî ya li Qamişlo bi dawî bû

Şaredariya Gel a navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo ziftkirina rêya li rex pira Cûdî bi dirêjahiya 350 m û firehiya 8 m bi dawî kir.

2 tîrmeh, 2019   13:42
QAMIŞLO

Ji bo kêmkirina qerebeliqê û qezayan tirafîkê li deriya têketina bajarê Qamişlo, Şaredariya Gel a navçeya  Rojhilat a bajêr, rêyek bi dirêjahiya 350 mîtereyan û firehiya 8 mîtreyan li rex pira taxa Cûdî (Qenat Siwês) di dawiya mehad Adarê de vekir.

Li gorî peymana ku Şaredariya Gel ya navçeya Rojhilat bi Şirketa Zagros a Rêyên Giştî re mohr kirine, şirketê dest bi projeyê li ser gelek pêvajoyan kir. destpêkê kortikan tijî kir, piştre rê bi tebeqeyek ji bermahiyan bi stûrahiya 30 raxist û tebeqya duyemîn bi kevirê şikandinî bi stûrahiya 20 cm tijî kir. Niha jî dest bi pêvajoya dawîn kiriye yanî ziftkirina rê.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Rojhilat Xelîl Hesen diyar kir ku tê payîn xebatên ziftkirina rê îro bi dawî bibin û got: "Piştî bi dawîkirina ziftkirina rê, em dê rêya pirê zift bikin û dê bibe rêye têketina bajarê Qamişlo ji aliyê navçeya Rojhilat be."

(şx)
ANHA