Li Zerganê teqîn

Li navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê kesekî di wesayîtekê de êrîşeke xwekujiyê pêk anî. Di êrîşê de ziyanên madî çêbûn.

Li Zerganê teqîn
Li Zerganê teqîn
Li Zerganê teqîn
1 tîrmeh, 2019   19:37
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê dane ANHA‘yê saet di 22:00‘an kesekî di wesayîtekê Kia de êrîşeke xwekujiyê pêk anî. Di êrîşî de tenê ziyanên madî gihiştin erebe û dukanên derdorê.

Hêzên Asayîşê cihê teqînê dorpêç kirin û lêpirsîn dan destpêkirin.

ANHA