Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket

Agir bi rûberên berfireh ji zeviyên gelek gundên rojhilatê Kobanê tevî malên sivîlan, baxçe û daran ket. Tîmên agirvemirandinê bi alîkariya şêniyan bi lez berê xwe dan herêmê da ku şewatan vemirînin.

Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
Agir bi zeviyên gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket
26 hezîran, 2019   16:40
KOBANÊ

Îro ber êvarê agir bi gelek gundên rojhilatê bajarê Kobanê ket. Agir bi dirêjahiya 8 km û firehiya 1 km bi zeviyan ket. Di encamê de bi sedan donim ji zeviyan, hejmarek baxçeyan û daran şewitîn. Heman demê de zirar gihiştin malên sivîlan.

Her wiha agir bi zeviyên gundên Dawûd, Kezkan, Merc Ismaîl û Elî şar li rojhilatê bajêr ket.

Li ser wê tîmên agirvemirandin û komîteyên rewşên awarte berê dan cihê şewatan û bi alîkariya şêniyan agir kontrol kir û nehişti agir belav bibe.

(şx)

ANHA