Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin

Di roja Têkoşîna Narkotînê de, serdozgeriya Tebqayê tibabek ji made, heb û dermanên narkotînê, piştî ku ji aliyê buroya Têkoşînê ya sûcdariyan ku di nava hêzên Ewlehiya Hindirîn a Tebqayê cihê xwe digre, hate kontrolkirin, şewitandin.

Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin
Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin
Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin
Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin
Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin
Li Tebqayê madeyên narkotînê hatin şewitandin
26 hezîran, 2019   13:35
TEBQA

Madeyên ku bi beşariya serdozgeriya Tebqayê, buroya Tenduristiyê ku girêdayî hêzên Ewlehiya Hindirîn û buroya Têkoşîna Sûcdariyê ve hatin şewitandin ji 5 hezar hebên narkotînê (El-Kîbtagon) û 5 kg ji madeya heşîşê pêk dihat. Herwiha ji sedên hebên El-Sodafît, El-Tramadol û El-Zolam pêk dihat.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Lêpirsîn û Giliyan a girêdayî Dîwana Dadgeha Civakî ya Reqayê Fêsel El-Beyrem û endamê rêveberiya Buroya Têkoşîna Sûcdariyê ya girêdayî Tebqayê Hemûd El-Nafia tekez kirin ku heta paqijkirina hemû madeyên metirsîdar û hemû bazirgan cezayên xwe bigirin, dê ev xebat berdewam be.

Hêjayî gotinê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, diyardeya standina madeyên hişbir bi aweykî ber biçav belav bûbû. Di vê çarçoveyê de bazirganiya wan êdî bûbû tiştekî normal û bi vê yekê hewla têkbirina exlaqê ciwanên li herêmê dikirin.

(eh)

ANHA