Bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirk diherikin qada Şehîd Xebat

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê dihekikin qada Şehîd Xebat da ku tev li çalakyiya şermezarkirina êrîş û binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bibin.

Bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirk diherikin qada Şehîd Xebat
Bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirk diherikin qada Şehîd Xebat
Bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirk diherikin qada Şehîd Xebat
Bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirk diherikin qada Şehîd Xebat
25 hezîran, 2019   14:25
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Ji Efrîn heya Biradost na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" îro Meclisa Kantona Qamişlo û Kongreya Star çalakiyek protestoyî li bajarê Qamişlo li dar xist. Ji pêkhateyên herêma Cizîrê û saziyên girêdayî wê tev  li çalakiyê dibin.

Niha şênî diherikin qada Şehîd Xebat li rojhilatê bajarê Qamişlo da ku tev li çalakiya protestoyî bibin a ku ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û binpêkirinên wê der heqê şênî û xwezaya Efrînê û de li darketiye. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), QSD, YPG, YPJ û saziyên ku tev li çalakiyê bûne hildan.

Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn, YPG û YPJ`ê ji bo parastina çalakgeran tev li çalakiyê bûn.

Tê payîn ku di çalakiyê de gelek axaftin ji hêla Komîteya Amadekar ve werin kirin.

(şx)
ANHA