Li herêma Tebqayê paneleke çandî hate organîzekirin

Komîteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Tebqayê bi silogana" Çand û zanîn bivireke ku pê ramanên xwe dikolin"panelek bi sernavê"Rewşa Çandî li herêma Tebqayê, di navbera aşitî û şer de ye" organîze kir.

Li herêma Tebqayê paneleke çandî hate organîzekirin
Li herêma Tebqayê paneleke çandî hate organîzekirin
Li herêma Tebqayê paneleke çandî hate organîzekirin
Li herêma Tebqayê paneleke çandî hate organîzekirin
Li herêma Tebqayê paneleke çandî hate organîzekirin
24 hezîran, 2019   11:30
TEBQA

Bi armanca pênasekirina rewşa çandê, asta tevgera çandê, armancên wê yên erênî û neyînî di civakê de û palansaziya pêşerojê û awayê derbaskirina neyîniyan, komîteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Rewşenbîran li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê panelek organîze kir. Panel di rêzgirtinê dest pê kir, paşê girîngiya pênasekirina rola reşenbîr di avakirina civak û jîngehê de hate vegotin.

Di panelê de, rewşenbîran rola rewşenbîrê azad û rewşenbîrê şelaf dan zanîn. Di vê çarçoveyê de beşdaran rewşa çandê li herêmê Tebqayê bi awayekî hûrbînî gotubêj kirin û nexasim di qonaxên aşitî û şer de.

Her wiha di panelê de, mijara qezenckirina rewşenbîrên li herêmê, naskirina asta çanda li herêmê heyî, awayê derbaskirina kêmanî û şaştiyên tê de heye û destpêkirina projeyekî çandî nû hate gotubêjkirin. 

Tê zanîn ku li herêma Tebqayê piştî  damezrandina Yekîtiya Rewşenbîran a Tebqayê, cara yekemîn e ku panelek wiha tê lidarxistin.

Di vê derbarê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Tebqayê Usama Înad got: "Me ev sernav (Rewşa çandî li herêma Tebqayê) hilbijart, ji ber ku xwedî girîngiyeke cihêwaz e û alîkariya me di avakirina civaka wêranbûyî de dike, ji ber vê yekê me rola rewşenbîran di belavkirina çandê li civakê û jîngehê, da diyarkirin."

Usama di dawiya axaftina xwe got:"Em hewl didin di nava çend rojan şebuhêrkên helbestî were çêkirin, her wiha gelek panelên wiha werin tevgerkirin.”

 (eh/kc)

ANHA