Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin

Komîteya Xizmetguzerî û Şaredariyan a li gundewarên Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzeriyê pêk anî, komîteyê 500 milyon L.S ji bo ziftkirina rêyan û hin projeyên zixmetguzeriyê diyar kirin.

Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin
Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin
Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin
Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin
Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin
Bi hemû hêza xwe xizmetguzeriya li gundewarên Dêrazorê baş dikin
21 hezîran, 2019   09:35
DÊRAZOR – FADÎ EL-FARÛQ

Komîteya Xizmetguzerî û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê di pêşêşkirina xizmetguzeriyê ji şêniyên gundewarên Dêrazorê re di nava liv û tevgerê de. Komîteyê di demên dawî de 40 stasyonên avê û 24 şaredarî ava kirin û sererast kirin, her wiha komîte hewl dide stasyonên avê û kanalîzsyonan li gelek herêmên gundewarên Dêrazorê sererast bike.

Xebatên ku komîteya Xizmetguzeriyê û Şaredariyan pêk anî

Der barê kar û xebatên komîteya Xizmetguzerî û Şaredariyan de, Hevserokê komîteyê Cîhad El-Licî diyar kir ku wan 40 stasyonên ava vexwarinê sererast kirin da ku pêwîstiya şêniyan ji avê pêk bînin û buhabûna ku şênî ji bo kirîna avê didin kêm bibe.

Komîteya Xizmetguzeriyê 24 şaredarî û navendên xizmetê vekirin, ew di jinûve sererastkirina cihên giştî û paqijkirina kolanan de dixebite.

Komîteyê rûxset da 50 firneyên taybet û mazot û ard bi buhaneyekî erzan da wan. Her wiha 16 firne ku milkiyeta wan li komîteyê vedigere vekirin û nan bi buhayê kêm dide gel.

Bi armanca rêxistinkirina tevgera çûn û hatinê li gundewarên Dêrazorê, komîteya Xizmetguzeriyê gelek gerac vekirin.

Di demsala zivistanê de ji ber lehiyê, hin ebareyên avê û piran li herêmên gundewarê Dêrazorê hatin rûxandin, komîteyê dehan ebare û pirên li gundewarê Dêrazorê sererast kirin da ku çûn û hatin li pêşiya şêniyan hêsan bibe.

Planên pêşerojê yên komîteyê

Bi armanca başkirina rewşa xizmetguzeriyê li herêmên gundewarê Dêrazorê ku nû ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, komîteyê milyar liryeyên sûrî veqetandiye, jê 500 milyon ji bo xizmetguzeriyê, 300 milyon ji bo projeyên ava gundewarê rojava û rojhilat, 100 milyon ji bo kanalîzsona li bajarokê El-Besîrê û Xiranîc li gundewarên rojhilat û projeyên biçûk, pereyên mayî jî ji bo projeyên xizmetguzeriyê yên din weke paqijiyê û hwd hatin diyarkirin.

Komîte hewl dide 5 stasyonên ava vexwarinê li herêmên cûda mîna El-Hermûşiyê, Kesrê, Cedîd Begarê, Xiranêc û Şihêl sererast bike.

Der barê zehmetiyên ku komîteya Xizmetguzerî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê dikişîne, Hevserokê komîteyê Cîhad El-Licî got, kêmbûna kadroyên pîşeyî yên pispor kar asteng dike û wiha diyar kir: "Pêwîstiya me bi pisporên fenî ji endizyar û pîşeyan heye."

Hêjayî gotinê ye ku komîteya Xizmetguzerî û Şaredariyan dê di rojên pêş de, planên pêşerojê pêk bîne, di nav de projeya ziftkirina rêyan a li gundewarên Dêrazorê.

(jo)

ANHA