Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Zekeriya Silêman (Zekeriya Efrîn) ê 18‘ê Hezîranê di encama qrîza dil de li Helebê şehîd bibû bi merasîmekê girseyî, hate veşartin.

Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Şehîdê Efrînê Zekeriyê ji aliyê hezaran ve hate veşartin
20 hezîran, 2019   17:18
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrînê YPG‘ê Zekeriya Silêman (Zekeriya Efrîn) ê 18‘ê Hezîranê li Helebê di encama qrîza dil de  şehîd bibû ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê wergirtin û bi kerwanekî ji sedan erbeyan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hesen Silêman û endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso axivîn.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û got, xwîn û fedekariyên şehîdan rêya rizgariyê xêz dike.

Piştî axaftinan nasnameya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Zekeriyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA