Niyetên baş ên Washingtonê derbarê dîplomasên Îranê de

Rojnameyên cîhanî yên îro behsa daxuyaniyên DYE’yê yên nerm derbarê Îranê de, serdana serokê Çînê ji Koreya Bakur re û bangên diyalogan li Sûdanê, kirin.

Niyetên baş ên Washingtonê derbarê dîplomasên Îranê de
20 hezîran, 2019   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demeke ku Washingtonê niyetên baş ên dîplomasî derbarê Tehranê de raber kirin, Îranê balafireke DYE’yê xiste xwarê. Li aliyekî dîtir jî serokê Çînê serdana Koreya Bakur kir. Her wiha  Meclisa Leşkerî ya Sûdanê banga diyaloga ne merckirî li şoreşgeran kir.

Nûnerê DYE’yê yê taybet ê Îranê: DYE’yê hê jî derbarê dîplomasiya bi Îranê re sozdar e

Rojnameya Washington Times a DYE’yê li ser zimanê nûnerê DYE’yê yê taybet ê Îranê wiha ragihand: "Tevî hewldanên ku serokê DYE’yê di rêya şerekî ne rewa re bi Komara Îslamî ya Îranê re derbas dibe de, lê Koşka Spî hê jî derheqê dîplomasiya nerm a bi Îranê re berdewam e."

Têkilî mijarê, nûnerê DYE’yê yê taybet ê Îranê Brian Hook beriya ku bi qanûnasan re di rûniştina komîteya karûbarên derve ya meclisa parlamentoyê bicive, ev hemleya fişara aborî ya rêveberiya DYE’yê li dijî Îranê serkeftiye. Ragihand ku siyaseta me siyaseta aborî û dîplomasî ye. Lê Îranê bersiv bi awayekî dîplomasî neda. Berovajî vê bi tundî bersiv da. Her wiha Brian Hook diyar kir ku pêşbîniyara me ya sepandî ew e ku divê Îran bi awayekî dîplomatîk tev bigere, ne ku bi teror, xwînrijandin û şantajkirinê tev bigere. Brian Hook got: Hewldanên Trump hewldanên ne leşkerî ne.

Îran firokeyeke"sîxortiyê" ya DYE’yê xiste xwarê

Di vê derbarê de rojnameya Times a Brîtanyayê ragihand ku Hers El-Sewrî ya Îranê diyar kir ku firokeyeke "sîxortiyê" ya DYE’yê ya bêpîlot li herêma Hirmizcan aniye xwarê.

Di vê çarçoveyê de fermandar Bill Urban ji Fermandariya Navendî ya DYE’yê ye got ku DYE’yê tu firokeyên bêpîlot li ser asîmanên Îranê nefirandiye.

Shi Jin Ping serdana Koreya Bakur kir ku hevdîtinê bi Kim re pêk bîne

Di derbarê serdanê de rojnameya Guardian a Brîtanyayê da zanîn ku ev serdan ji 14 salan ve a yekemîn e ku serokê Çînê kiriye. Tê pêşbînkirin ku nakokiya bi sedema bernameya Kim Jong-un a nukleerê çêbûye, çareser bibe.

Serokê Çînê Shi Jin Ping di serdana dîrokî de gihaşt Koreya Bakur. Her wiha ji nû ve koalîsyona tevlihevbûyî ava kir. Li aliyekî din ew û serokê Koreya Bakur Kim Jong-un dê li hember serokê DYE’yê Donald Trump bisekinin.

Meclisa Leşkerî banga diyaloga ne rewa bi çalakgeran re kir

Di vê alî de rojnameya New York Times a DYE’yê li ser banga serbaz Abdulfetah Burhan serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî li Sûdanê ya ji serekên tevgera xwepêşandanan re ya ji bo diyalogên ne rewa, axivî.  Di heman demê de jî nakokî hê jî berdawam in. Piştî bi dehan xwepêşandêr li Xertûmê di çalakiyan de hatin kuştin.

Kanala Sûdanê li ser zimanê Burhan ku bi hin karkerên li beşa tendirustiyê re axivî, ragihand ku banga wan ji birayên wan re yên di Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê de ew e ku dakevin diyalogan bêyî tu mercan.

Burhan lixwemikurhatina xwe nû kir ku Hêzên Deklarasiyona Azadî û Guhartinê serkêşiya xwepêşandanan di Kanûna borî dest pê kiriye. Heta ku artêşê El-Beşîr di 11’ê Nîsanê de li ser hikum danî.

(fr)