Şandeya partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana  PJAK’ê kir

Şandeya partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re civiya. Di hevdîtinê herdu aliyan bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurd.

Şandeya partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana  PJAK’ê kir
19 hezîran, 2019   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev çend roje li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi aliyên siyasî re çêdike, di çarçoveya bernameya xwe de, îro serdana PJAK’ê kir. Şandeyê bi hevserokên PJAK û meclîsa wê re civîya.

Endamên şandeyê ji aliyê Hevserokên PJAK’ê Siyamend Mohînî û Zîlan Vejîn ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriye Cemal Şêx Baqî, der barê hevdîtinê de agahî dan Rojnewsê. Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku PJAK yek ji partiyên herî zêde nêzîkî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û wiha dom kir: “Bi taybet di aliyê helwest, fikir û guhertinê de nêzîkahî heye. Em gelek keyfxweş bûn ku me li gel hevserokan û meclîsa PJAK’ê civîn pêkanî.”

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku ew di civînê de li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê, her wiha li ser serkeftin û deskeftiyên Rojavayê Kurdistan yên di aliyê leşkerî û siyasî de rawestiyane û got: “Dîsa di civînê de me rewşa niha ya Kurdistanê û herêmê nirxand. di civînê de ev derket pêş ku pêwîste kurd yekîtiya xwe çêbikin.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn jî, bal kişan ser helwesta şandeya Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Em vê pêngava şandeya Rojavayê Kurdistanê pir girîng dibînin. Em niha di qonaxek girîng re derbaz dibîn. Dagirkerên Kurdistanê her ku diçe êrîşên xwe berfirehtir dikin. Li gorî min ev pêngava siyasî ya ji aliyê partiyên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avêtin, gelekî girînge. Em vê yekê weke helwestek yekîtiya netewî ya li dijî dagirkeriyê binav dikin.Divê şandeya Rojavayê Kurdistanê ji bo me û tevahî partiyê Rojhilatê Kurdistanê bibe mînakek. Pêwîste em yekîtiya xwe çêbikîn. Em weke PJAK’ê li ser bingehê avakirin yekîtiya netweyî hatine damezirandin.”