Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Yekgirtûya Îslamî kir

Şandeya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hewlêrê li gel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya. Di civînê de îşaret bi yekrêziya Kurdan û parastina destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Yekgirtûya Îslamî kir
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Yekgirtûya Îslamî kir
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Yekgirtûya Îslamî kir
17 hezîran, 2019   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe berdewam dike. Îro jî li Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Şandeya partiyên kurdî yên Rojava ku ji hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix pêk tê, ji aliyê serokê Meclisa Rêveberiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Hadî Elî, serokê Meclîsa Siyasî Xelîl Îbrahîm, endamê Meclisa Pêkanînê Selahedîn Babekir û berpirsê Peywendiyên Yekgirtû ya Îslamî Mihemed Hawdiyanî, Hîwa Hamid û endamê Peywendiyên Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê Şêrzad Mame ve hate pêşwazîkirn.

Piştî hevdîtinê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji rojnamegeran re axivî û got: "Mijara hevdîtina me yekrêziya Kurdan a li tevahiya Kurdistanê bû. Her wiha metirsiyên li ser gelê Kurd bûn. Her wiha parastina deskeftiyên Kurdan ên di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin bû."

Serokê Meclisa Siyasî ya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm jî wiha axivî: "Di hevdîtinê de me bal kişand ser çend mijaran. Yekem; di destûra nû ya Sûriyê de Kurd bi awayek aktîf beşdar bibin. Her wiha hewldana yekrêziya Kurdan were dayîn û destkeftiyên heyî werin parastin. Ji bo pirsgirêk bi rêya guftûgo û aştiyê were çareserkirin, kar were kirin, ne bi şer û şîdetê."