Karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bû

Karwanekî leşkerî yê dagirkeriya Tirkiyê, bi rêya dergeha Keferlûsîn a li ser sînorê Lîwaa Iskenderon derbasî xaka Sûriyê bû. Karwan ji 20 wesayitên leşkerî pêk dihat û ber bi "nuteqên çavdêriyê" ve çû.

Karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bû
17 hezîran, 2019   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê têkildarî mijarê diyar kir ku karwan ji 20 wesayîtên leşkerî pêk dihat û ber bi herêma qaşo bêçek ve ku di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusra de ku di nava lîsteya terorê ya navdewetî de ye, çû. Karwan li nuqteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li xaka ku çeteyan dagir kirine û bi navê "nuqteyên çavdêriyê" tên naskirin, bi cih bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku derbasbûna karwan piştî nuqteyên dagirkeriya Tirkiyê ji beriya 24 saetan ve li bajarokê Mork ê bejahiya Hemayê, ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve rastî êrîşê hat, pêk hat.

Di 15`ê meha Hezîranê de karwanekî din ê artêşa Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bû. Karwan ji 35 wesayitên leşkerî pêk dihat û di nav de 2 tanzer jî hebûn û bi rêya dergeha Keferlûsîn a li ser sînorê Lîwa Iskenderon ber bi nuqteyên ku li Til Tofan ên li bejahiya Maret El-Numan û Mork a li bakurê Hemayê ve ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, çû.

Di destpêka meha Hezîranê de wezîrê parastinê yê Rûsyayê got wan li ser daxwaza Tirkiyê, êrîşên ezmanî li ser nuqteyên çeteyan pêk anîne, her wiha destnîşan kir ku komên çete yên li wir, nuqteyên Tirkiyê topbaran kirine.

(eh/kc)