Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Komîteya Zanist û Perwerdeyê ya navçeya Serêkaniyê bawernameyên zimanê Ingilîz li 150 xwendekarên serkeftî belav kir.

Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
Li Serêkaniyê 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin
13 hezîran, 2019   19:30
HESEKÊ

Di dewreya perwerdeyê ya  zimanê ingilîzî ya 3 mehan dewam kir de 300 xwedekarên astên navîn û amadehî beşdar bûn. Perwerde li dibistanên Ebn Xeldûn û Um Seleme dihatin dîtin. Bi armanca qedandina dewreyê Komîteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Komîteya Zanist û Perwerdeyê şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya bajêr li dar xist. Di şahiyê de bawername li xwendekarên serkeftî hatin belavkirin.

Bi sedan xwedekar û malbatên wan, endamên rêveber ên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Axaftina destpêkê ya şahiyê ji aliyê hevseroka Meclisa Serêkaniyê Fadiya Îbarhîm ve hate kirin. Fadiya xwendekarên bi serketin pîroz kir û spasiya mamosteyan  ked dane kir.

Paşê, komên stranan, stranên bi zimanê Ingilîz gotin her wiha şanoyek ku balê dikşîne li ser cûdabûna çandan û girîgniya rêzdariya li hember hemû çand û zimanan hate pêşkêşkirin.

Di şahiyê de spasnameyên kedê pêşkêşî Hêzên Asayîşê, nûçegihanên Meclisa Kantona Hesekê li herêma Serêkaniyê û nûçegihanê ajansa me ANHA‘yê hatin kirin.

Di dawiya şahiyê de 150 xwendekarên serkeftî bawername girtin.

ANHA