‘Binpêkirinên li Efrînê dighêjin asta sûcên şer‘

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê got, binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê dighêjin asta sûcên şer. Her wiha banga avakirina dadgeha cezayên navdewletî ji bo darizandina dagirkeran kir.

‘Binpêkirinên li Efrînê dighêjin asta sûcên şer‘
12 hezîran, 2019   04:35
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzebinpêkirinên xwe yên domdar der heqê şêniyan Efrînê de didomînin. Li gorî rêxistinên hiqûqî dagirkerî li Efrînê binpêkirinên ji kuştin, revandin, îşkencekirin, destavêtin û xwestina fîdyeyan pêk tîne. Dîsa jî demografiya herêmê diguhere, navên gund û qadan bi navê Tirkî diguherînin, herî dawî jî dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê li derdorê Efrînê kir da ku wê ji xaka Sûriyê qut bike. Tevî belgeyên di dest de jî lê rêxistinên cîhanî ji van kirinan bêdeng e.

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî binpêkirinên ku di mehên dawî de li Efrînê hatin kirin ji ajansa axivî.

Şêxo got, dagirkeran binpêkirinên domdar der heqê şêniyên Efrînê de pêk tînin ji kuştin, revandin, xwestina fîdyeyan, talankirina milkên şêniyan, veşartina bi zorê, guhertina demografiya Efrînê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan yên ji Idlib, Hema û parêzgehên Sûriyê yên din li şûna şêniyên Efrînê yên resen.

Xwestina fîdyê piştî revandinê rêbazek koçberkirina bi zorê ye

Şêxo rêzebûyerên revandinê ku der heqê şêniyên Efrînê de di van çend mehên dawîn de pêk hatine bi bîr xistin. Li gorî Şêxo şêniyê bi navê Elî Betal ( 38) ji şêniyên gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê ye, li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê di 9`Hezîrana borî de hate girtin û çeteyan ji bo serbestberdana wî fîdye ji malbatê xwestin. Heta niha agahî li ser Elî tinene.

Ji şêniyên gundê Şêxlera yê girêdayî navçeya Mabatayê şêniyên bi navê Ebdulrehman Şêx Ehmed Bin Bîlal (38) û Hesen Henan (35) li deriyê ketina navçeyê hatin girtin.  Her du kes di firotina sebzeyan de dixebitîn û li taxa Eşrefiye ya kantona Efrînê diman û hatin girtin.

Di 31`ê Gulanê de çeteyên Firqet El-Hemzat girtin ser malên gundên Qermitliq û Kokana Jorîn yên navçeya Mabatayê de û şênî bi darê zorê ji gund derxistin.

Çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Cemîl Henan ê ji gundê Kokana Jorîn piştî ku qebûl nekir ji malê xwe derkeve girt û ber bi cihekî ne diyar ve bir. Her wiha 6 kesên din ji ber ku qebûl nekirin ji gund derkevin birîndar bûn, navên wan wiha ne; Mihemed Betal Henan, Henan Misto, Zeyneb Îso, Nezîr Hiso û Hesen Ebû Hisên.

Şêniyê bi navê Silêman Silo Betal(38) ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye di 28`ê Gulanê de ji hêla çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve hate kuştin.

Siyasetên li dijî xwezaya

Şêxo behsa binpêkirinên ku der heqê xwezaya Efrînê de têne kirin kir. Di 15`ê Gulanê de 11 hezar hiktar ji zeviyên çandiniyê yên şêniyan hatin şewitandin. Zêdetirî 120 hezar dar bi hinceta avakirina bargehên leşkerî li gundên Cilbirê, Kîmarê li navçeya Şêrawayê û gundê Derwîş li navçeya Recoyê hatin qutkirin.

2 hezar darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Elî Qsab ê ji navçeya Cindirêsê ku qebûl kir bac bide ji kokê ve hatin hilkirin. Tevî qutkirina zêdetirî 200 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Ebdulhemîd Xilo yê ji gundê Kefezêtê yê navçeya Cindirêsê.

Di berdewamkirina siyaseta guhertina demografiya herêmê de, çeteyan kampek li navçeya Bilbilê ji bo zêdetirî 600 malbatên çeteyan vekir.

Perwerde û cihên giştî ji hovîtiya dagirkeriya Tirk nefilitîn

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo got, dagirkeriya Tirk perwerdeya bi zimanê Kurdî li Efrînê qedexe kiriye û li şûna wê zimanê Tirkî ferz kiriye. Her wiha meteryal jî bi yê Tirkî guhertiye û cilên Tirkî di dibistanan de ferz kiriye.

Dagirkeriya hejmarek dibistan veguherandin girtîgeh û bargehên leşkerî û ewlehî. Zanîngeha Efrînê jî radestî barziganekî girêdayî çeteyan kir û tê de xwaringeh vekir.

Lêkirina dîwarê parçekirinê  li dijî peymanêna navdewletî

Şêxo bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê, dîwarê parçekirinê lêdike. Heta niha bi dirêjahiya 3 hezar û 500 metreyan dîwar lêkiriye.

Şêxo wiha domand: "Ev kiriyar qanûnên navdewletî binpê dike, bi taybet madeya sêyemîn a hevpar a lihevkirinên Cinevê sala 1949`an û protokolên wê sala 1977`an. Madeyên 55 û  24 an lihevkirinên Cinevê ya 1949`an. Ev made li dagirkeriyê ferz dike ku herêmên dagirkirî mîna berê bihêle û tu guhertinekê tê de çêneke."

Şêxo teqez kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qanûnên navdewletî binpê dikin, divê hesab were xwestin û di dadgeha cezayê ya navdewletî de werin darizandin. Ji ber ku binpêkirinên wan dighêjin asta sûcên şer.

Di dawiyê de Şêxo bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku bi lez bilivin û binpêkirinên der heqê şêniyên Efrînê de û tevahiya herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê rawestînin.

(şx)
ANHA