Amerîka cezayên nû li kes û şirketên girêdayî Rejîma Sûriyê ferz kir

Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro ragihand ku wê cezayên nû li ser kesayetên girêdayî aloziya Sûriyê ferz kirine.

Amerîka cezayên nû li kes û şirketên girêdayî Rejîma Sûriyê ferz kir
11 hezîran, 2019   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Cezayên Amerîkayê gihaştin bazirganê bi navê Samêr Fewz û malbata wî yên ku têkiliyên wan bi serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed re xurt in.

Washington dibêje ku Fewz û malbata wî bi milyonan kes bi rêya desteserkirina milkên kesên ku ji ber şer revîne bi kar anîne.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê diyar kir ku wê ceza li Samir û birayên wî Hisên û Amir û şirketa malbatê ku li bajarê Lazîqiye bi rêve dibe ferz kiriye.

Di nav şirketên ku di lîsteya cezayên Amerîkayê de cih girt, Sêncrî SAL û BS yên ku cihê wan li Lubnanê ne. Her du şirket bi gihandina petrol xam a Îranê ji Sûriyê re têne tewanbarkirin. Di dema ku Amerîkayê firotina petrol Îranê qedexe kiribû ceza ferz dikir.

Her wiha li gorî AFP, ceza gihaştin Lena TV û otêla For Sîzin a Şamê, yên ku ji hêla Samir Foz bi awayekî yekser têne bi rêvebirin.

Wek encam,  Amerîkayê cezayê li ser 16 kes û şirket ferz kirin. Beriya wê Yekitiya Ewropayê ceza li piraniyan wan ferz kiribûn.

Li gorî cezayên Amerîkayê, divê milkên wan ên li DYA`yê werin cemidandin û nahêlibin ku ew sûd ji pergala malî ya navdewletî sûd bigirin.